Di daxuyaniya XDRAUyê de hat diyarkirin ku xebatên li ser kavila firokeyê belayî 120 kîlomtreyan kirin û wiha hat dewamkirin: "Îro ji serê sibehê û pê ve 251 cesedên ku hatin dîtin, birin îstasyona trenê ya Topezê û barî vagonan kirin."
Dîsa di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hejmara personelê ku xebatê dimeşînin hatin zêdekirin û a niha di xebatan de li gel 35 wesayîtan 810 kes cih digrin.
Firokeya Rêhewayên Malezyayê ya bi tîpa Boing-777ê ya ku sefera Amsterdam-Kûala Lûmpûrê dikir di roja 17ê tîrmeha 2014an de ketibû rojhelatê Ukraynayê û ji 298 kes rêwî û muretebat tu kes xelas nebibû. DYAyê eşkere kir firoke bi fuzeyeke ji xaka di kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ye ve hat xistin, lê Rûsya jî dibêje ku berpirsiyariya bûyerê di stûyê hikûmeta Ukraynayê de ye.