MOSKOVA (AA)- Hat daxuyandin ku balafireke rêwiyan a Rêhewaya Malezyayê ya ku sefera Amsterdam-Kuala Lumpur dikir ji 60 kîlomêto dûrê sînorê Rusyayê li Ukraynayê ket.
Li gor ajansa nûçeyan a Rûsyayê Îtar –Tassê di balafirê de 280 rêwî û 15 jî xebatkarên balafirê hene.
Rêhewaya Malezyayê piştî ketina balafirê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û daxuyand ku balafira ji Amsterdamê rabûye piştî ku ketiye sînorê Ukraynayê êdî agahî jê nehatiye hildan. Der barê bûyerê de dê di demek kurt de agahî bê dayîn.
- Tê îdia kirin ku balafir bi roketê ve hatiye xistin
Di nûçeyên çapemeniya Rûsyayê de tê gotin ku balafir li herêma ku artêşa Ukraynayê û kesên cudaxaz şer dikin ketiye.
Di hin nûçeyan de jî tê gotin ku balafir bi roketan ve hatiye xistin.
- Qutiya reş a balafirê hat dîtin
Di vê navberê de hat gotin ku qutiya reş a balafirê hatiye dîtin.
Ajansa Rûsan Înterfaksê daxuyand ku Alîkarê Serokwezîr ê Komariya Gel a Donetskê Andrey Purgîn daxuyand ku ew dê qutiyên reş ên balafirê bişînin Moskovayê.
- Balafir beriya ku bikeve jê hewar nehat xwestin
Serokwezîrê Malezyayê Necîp Rezak daxuyand ku ji balafira Rêhewaya Malezyayê beriya ku bikeve hewar nehat xwestin. Necîp daxuyand ku balafir di rêya xwe ya ewlehî de dema ku sefera xwe dikir ket.
-Putîn agahî da Obama
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn der barê ketina balafirê de agahî da Serokê dewleta Amerîkayê Barack Obama.
Li gor agahiya nivîskî a ji Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê Putîn der barê ketina balafirê de agahî da Obama.
Obama jî li bajarê Delawerê di axaftineke xwe ya ku beşdarî bernameyekî bibû de got ku ev bûyereke trajîk e û çi ji destê wan bê ew dê alîkariya wan bikin.