Berdevkê Hamasê Fehîm Berhûm wiha got: "Dagirkerê siyonîst dê ji ber operasyona bejahî ya li dijî Xezeyê bedeleke giran bide. Hamas amade ye ku bertekê bide."
Berdevkê Hamasê Berhûm di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de ji bo emrê operasyona bejahî ya li dijî Xezeyê ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû wiha got: "Ev gav bêyî ku encamên wê bên hesibandin, hatiye avêtin."
Berdevkê Hamasê Berhûm axaftina xwe wiha dewam kir: "Îsraîla dagirker dê ji ber operasyona bejahî ya li dijî Xezeyê bedeleke giran bide. Hamas amade ye ku bertekê bide Îsraîla ku ket xaka Filistînê. Emrê operasyona bejahî ya Netanyahû, gaveke ku bêyî encamên wî bên hesibandin e."
Ji hêla din Tûgayên Nasir Selahadîn yên şaxa leşkerî ya Komîteya Berxwedana Gel jî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Operasyona bejahî dide nîşan ku di tûra yekemîn de Îsraîl li ber berxwedana Filistînê têk çû. Em dikarin êrîşên Îsraîlê bişkênin."