Serokê Amerîkayê Trump: "(Li Stenbolê civîna Rusya û Ukraynayê) Ez bawer dikim wê encamên baş ji vê civînê derbikevin"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtinên Rusya-Ukraynayê da ku wê li Stenbolê bên kirin da got, "Roja pêncşemê (15ê Gulanê) bi Rusya û Ukraynayê ra civîna wê bê kirin pir girîng e. Ez bawer dikim wê encamên baş ji vê civînê derbikevin."
Serokê Amerîkayê Trump berî seyehata xwe ya Rojhilata Navîn li Ofîsa Oval derbarê hevdîtinên Rusya-Ukraynayê da daxuyanî da.
Trump derbarê hevdîtinên Rusya-Ukraynayê da ku wê li Stenbolê bên kirin got, "Roja pêncşemê (15ê Gulanê) bi Rusya û Ukraynayê ra civîna wê bê kirin pir girîng e. Ez bawer dikim wê encamên baş ji vê civînê derbikevin.
Li Tirkiyeyê civîna wê roja pêncşemê bê kirin hindik mebînin, Serokomar Erdogan wê bibe mazûvanek nuwaze. Em digel Serokomar Erdogan di mijara Sûriyeyê da jî hin xebatan dikin, di vê navberê da lazim e em di mijara mueyîdeyan da jî biryarekî bidin."
Trump got, "Ez nizanim wê demê ezê li ku derê bim. Ezê li welatekî Rojhilata Navîn bim, lê ku feydeya wê hebe ezê herim wê derê."
Li gor daxuyaniyên dawîn yên rayedarên Rusya û Ukraynayê, 15ê Gulanê roja Pêncşemê li Stenbolê wê civînek bê lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.