XEZE
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji beja û behrê ve li ser Xezeyê dike de 9 kes mirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref El-Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de 9 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Kudra destnîşan kir ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tîrmehê de dest pê kirin de hejmara miriyan derket 333an. Kudra got ku hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 385an.