KAHÎRE
Hat ragihandin ku lawê Serokomarê yekemîn ê hilbijartî yê Misrê Mihemed Mûrsî, Abdûllah Mûrsî, li Benî Suveyfê hat girtin. Mihemed Mûrsî Serokomarê yekemîn ê hilbijartî yê Misrê bû û bi derbeyeke leşkerî ji wezîfeyê hatibû daxistin. Serokomar Mûrsî hê jî di girtigehê de ye.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, lawê Mursî Abdûllah li îstgeha Benî Suveyfê hat girtin. Hat îdiakirin ku li ser Abdûllah biryara dadgehê ya girtinê heye û Abdûllah dema ku dikir bireve, hat girtin. Lê Lawê Mursî yê din Ûsame jî li ser hesabê xwe yê Facebookê ew îdaya ku hêzên ewlehiyê derxistin pêş derewand û wiha got: "Birayê min Abdûllah di trêna ku diçû Benî Suveyfê de hat girtin. Ew diçû mala bavê hevalekî xwe yê girtî fitarê. Dema ku hat girtin ji bo revê hewl nedida. Herwiha nasnameya wî jî pê re bû."
Li Qahîreyê di 1ê adarê de wesayita lawê Mûrsî Abdûllah, li cihekî kontrolê hatibû sekinandin. Hatibû îdiakirin ku di encama lêgerînê de di wesayitê de esrar hatiye bidestxistin. Li ser bûyerê dadgehê bi hinceta "bikaranîna hişbirê" salek cezayê hefsê û 10 hezar cuneyh (nêzî 500 hezar dolarî) li lawê Mursî Abdûllah û li hevalê wî birîbû.