KÎEV
Ji rêwiyên balafira ku li Ukraynayê ketibû, cinazeyê 186 rêwiyan hat dîtin.
Li gor daxuyaniya ji Xîzmeta Dewletê ya Rewşên Awarte ya Ukraynayê (OHDH) hat dayîn, di encama xebatên lêgerînê yên heta niha de, cinazeyê 186 rêwiyên balafirê hatin dîtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bo lêgerînê 25 kîlomêtroqere cih hatiye diyarkirin û di 18 kîlomêtroqere erazî de jî lêgerîn hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cudaxwazên Rûsî ji bo xebatên lêgerînê astengî derdixin. Hat gotin ku xebaten lêgerînê ji OHDHyê 100 kes, ji Wezareta Karên Navxweyî 70 kes û 18 noqavanan ve tên meşandin.
Balafira Rêhewaya Malezyayê ya ku ji Amsterdama Hollandayê bi rê ket lii rojhilatê Ukraynayê ketibû. Di encamê de 283 rêwî û 15 xebatkarên balafirê di qezayê de miribûn.