SILÊMANIYE
Penaberên ji Sûriyeyê ev salek e ku di konbajara Arbatê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de dijîn. Li konbajar têkoşîna penaberan a jiyanê ya dijwar hê jî didome.
Arbata qampa penaberan 15 kîlomêtroyî dûrî Silêmaniyeyê ye û li qampê di 400 konî de 2 hezar sûriyeyî dijîn. Hin caran ceyran tê birîn, hin caran xurek têrê nake û hewa zef germ e, ji ber vê jî penaber pirî caran di tengasiyê de dimînin. Malbat di konên pîne de dimînin, ji ber vê yekê jî gelek di tesîra germahiyê de dimînin. Ji bo ku malbat hênik bin klîmayên biav li penaberan tên belavkirin. Lê belê germahî gava ku xwe digihîne 50 pîleyî klîma jî tu tesîrekê nake.
- Alîkarî kêm bûn
Li Iraqê ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û aligirên DÎŞIyê milyonekî welatî cih û warên xwe terikandin. Hejmara penaberên li Iraqê zêde bû û ji ber vê jî alîkariya ku didan penaberên ji Sûriyeyê kêm bûn. Mêrên ku di qampê de dimînin di karên rojane de dixebitin û debara xwe dikin. Lê belê ji ber bêkariyê pirî caran destvala vedigerin malê.
- "Me li Iraqê tu rihetiyekê nedît"
Leyla Qasima ku ev 6 meh in di konbajarê de bi qîza xwe ya astengdar re dijî diyar kir ku mêrê wê bi destê rejima Beasa Sûriyeyê hatiye girtin û piştî salekê serbest hatiye berdan. Qasimê diyar kir ku ji ber êrîş û tundiyan Sûriye terk kirin û hatin Kurdistanê û wiha got: "Lê belê me li Iraqê tu rihetiyekê nedît. Li qampa ku em dijîn ceyran û av tên birîn. Hewa zehf germ bû û em ji ber germehiyê dîn bûn. Mêrê min di înşeatan de dixebite, lê belê pirî caran ji ber êşkenceyê nikare here kar."