MÛSIL
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dixwazin ku xiristiyan Mûsilê terk bikin û ji bo kesên ku dixwazin bimînin jî belavokeke ku ji 3 xalan pêk tê belav kirin.
Di belavokê de tê diyarkirin ku îro divê xiristiyan Mûsilê biterikînin.
DÎŞIyê duh ji bo xiristiyanên ku li Mûsilê dijîn belavokeke bi mohra Ebubekîr el-Bexdadiyê ku qaşo Xelîfeyê Dewleta Îslamê ye belav kir û ji xiristiyanan hat xwestin ku yan bila Mûsilê terk bikin û yan jî bîat bikin.
DÎŞIyê ji bo xiristiyanan 3 şert pêşkêş kir û wiha got: "Ya bibin misilman, yan dewleta Xelîfetiya Îslamê qebûl bikin. Baca xwe bidin û yan jî bi me re li dijî dijmin şer bikin."
Wisa tê texmînkirin ku li Mûsilê di navbera 3 hezar û 5 hezaran de xiristiyan hene, lê piştî ku DÎŞIyê bajar bi dest xist, piraniya xiristiyanan bajêr terk kirin û xwe spartin Hewlêrê.
Piştî belavoka DÎŞIyê hat ragihandin ku gelek xiristiyan bajêr terk dikin û ber bi Hewlêrê ve diçin.