DIHOK (AA) - Kurdên Şahbek ên ku ji Mûsila di bin kontrola DÎŞIya rêxistina terorê reviyan û xwe sipartin Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) qala serpêhatiyên xwe kirin. Şahidan got ku DÎŞIyê Mûsil anî rewşeke wisa ku mirov nikare wir bijî û DÎŞI zor dide ciwanan ku bibin milîtan û dest datîne li ser malên gel.
Piştî ku DÎŞIyê di 10ê hezîrana 2014an de kontrola Mûsilê bi dest xist, bi hezaran kesî malê xwe terikandin. Lê belê her çiqas navenda Mûsilê ket destê DÎŞIyê jî dîsa ji ber ku êrîş nebirin li ser navçe û bajarokan mirovên wir di malên xwe de man. DÎŞIyê di 2yê tebaxa 2014an de êrîşî herêma kurdan kir û navçe û bajarokên din ên Mûsilê jî ketin bin kontrola rêxistina terorê.
30 malbatên ku ji gundên Beşîkaya navçeya Mûsilê ya ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye, reviyan jî xwe sipartin navçeya Berdareşê. Tenduristiya malbatan kontrol kirin û lêpirsîna ewlehiyê kirin û pişt re malbatan li kampa Berdareşê ya ku hikûmeta HKIyê ava kir, bi cî kirin. Kesên ku ji Mûsilê reviyan ji ber ewlehiyê nehiştin ku dîmen bên kişandin û rûyê xwe girtin û bi navên kod ji AAyê re qala serpêhatiyên xwe kirin.
Penaberê ku navê wî yê kod "Yusiv" e û bi malbata xwe re reviya diyar kir ku "Mûsil ket rewşeke wisa ku mirov nikare wir bijî" û got ku "Li Mûsilê ev çend meh in ku cêyran û av tune. Her tişt gelek biha ye. Tupa mitbaxê bi 60 dolarî tê firotin. Kesên ku di serê pevçûnan de li Mûsilê man, ji ber ku ji bajêr derneketin poşman bûn. Ji bo ku zirar negihêje mal û milkê me me 7 mehan li ber xwe da lê her tişt ji destê me derket."
-"Rêxistin zorê dide ciwanan ku bibin milîtan"
Yûsiv qal kir rêxistin zorê dide ciwanan ku şer bikin û wiha axivî:
"Jimara milîtanên rêxistinê ji ber pevçûnan kêm bû û rêxistin zorê dide ciwanan ku bibin milîtan. Xwestin ku du kurê min bi zorî bikin milîtan. Ji bo vê yekê ji me re xeber şandin û xwestin ku du kurên min ên ku berê pêşmerge bûn, tevî wan bin. Heke kurên min di nav 4 rojan de neçûna dê serê wan jê kirana. Ji ber vê yekê ji bilî revê tu çareyê me nema. Me xwe sipart herêma Kurdistanê û şikir ji Xwedê re ku zarokên me li ba min in."
Yusiv got ku her tiştê xwe li pey xwe hiştin û piştî meşên ku bi saetan berdewam kir canê xwe xilas kirin. Yusiv qala rewşa leşkerî ya DÎŞIyê ya li Mûsilê jî kir û diyar kir ku dahatên rêxistinê kêm bûn û rêxistin dest datîne li ser malên gel. Yûsiv da zanîn ku gelê Mûsilê jî ji DÎŞIyê aciz e û hatine asta "jêkerixîn"ê û got ku kesên ku derfetê dibînin direvin.
- "15 kesan raserî mala min kirin"
Hesenê ku ji kurdên şahbek e û bi malbata xwe re jî Mûsila di bin kontrola DÎŞIyê de reviya jî wiha axivî: "Hefteyek beriya niha 15 kesan deriyê min şikandin û radan li ser mala min. Gotin dixwazin ku ciwanan bikin milîtan û xwestin du kurên min ên mezin ji min bistînin. Hefteyek wext dan min. Em jî di vê maweyê de reviyan û me xwe sipart herêma Kurdistanê. Ji ber ku min zarokên xwe xilas kirin ez gelekî kêfxweş im."
Hesen bal kişand ku di encama operasyonên yekîneyên artêşê de her ku diçe hêza DÎŞIyê dişkê û DÎŞI di encama vê de êrîşî gel dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bijîşk ji ber ku nikarin milîtanên birîndar ên ku rêxistin wan tîne nexweşxaneyê baş bikin û milîtan dimirin, rêxistin bijîşkan dikuje. Kesên ku daxwazên wan bi cî naynin înfaz dike. Beriya me mezhebên cuda reviyan û xwe xilas kirin. Gelê sûnî yê li herêmê jî ji ber ku nereviya gelek poşman in."