HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku li hikûmeta navendî ya Iraqê qeyrana aboriyê heye, ji ber vê yekê para me ya ji bitçeyê neşandin, lê em ê li hemberî vê yekê dîsa li gor peymanê tevbigerin û neftê bişînin herêmê.
Barzanî bi Wezîrê Ceyranê yê HKIyê Selahaddîn Babekir re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê daxuyanî da û di daxuyaniyê de derbarê hevdîtinên li Bexdayê kir de agahî da. Barzanî got ku bi Serokwezîr Haydar el-Îbadî û erkadarên din re hevdîtin kirin û wiha dewam kir: "Berî vê jî me Bexdayê ziyaret dikir, lê wê demê di mijara nefê de me lihev nedikir. Di hevdîtinan de mijara me ya sereke neft bû. Di encama ziyareta me ya ku me duh kir de ev pirsgirêk hat çareserkirin. Me ragihand ku em girêdayî peymanê ne û em li gor peymanê tevdigerin. Di vê mijarê de pirsgirêkekê hikûmeta Iraqê jî nema."
Barzanî diyarkir wan ragihand ku ew wekî aliyê Kurd girêdayî peymanê ne, li gor peymanê tevdigerin û wiha dewam kir: "Nefta ku em ê ji hikûmetê re bişînin sê meh bi şûnde kontrol bikin. Heke ku me ji mîqdara nefta ku di peymanê de hat diyarkirin kêmtir bişînin, meha çaran para meya ji bitçeyê bibirin, neşînin."
Barzanî diyar kir ku li gor peymana neftê ew ê tevbigerin û hikûmeta Iraqê jî para herêma Kurdistanê ya ji bitçeyê dê bîşîne û wiha pê de çû: "Me li ser van nirxan li hev kir. Di ziyareta dawîn de me dît ku li Bexdayê pere tuneye. Li gor peymana ku hat qebûlkirin, divê hikûmeta navendî mehane trilyon û 200 milyar dînar bişanda herêma Kurdistanê. Lê pirsgirêk ew e ku li Bexdayê pere tune. Li gor van şert û mercan tu qîmeta peymana ku me îmze kir tune. Yanê em 550 hezar warîl neftê bişînin jî ew ê para me ya ji bitçeyê nikaribin bişînin. Berê warîla neftê bi 110 dolarî dihat firotin, niha ev biha daket 50-55 dolaran. Dahata bitçeya Iraqê ji sedî 90-95 ji nefta ku tê firotin tê bidestxistin. Niha ew nikarin mehaneya karmendên xwe jî bidin."
-Dem lazim e
Barzanî got ku heke rêvebiriya Bexdayê li gor peymanê tevnegere em ê cardin li ser peymanê biaxivin û wiha dewam kir: "Ez nabêjim ku em ê di demeke kurt de biryarê bidin. Ji bo vê em ê mihletê bidin wan. Heke li gor peymanê tevnegere em ê jî bi awayekî din tevbigerin. Lê belê divê bê zanîn ku Bexda bi qeyraneke aboriyê ya mezin re rû bi rû ye. Ji ber ku li herêma me jî qeyrana aboriyê çêbû, em bi vê rewşê baş zanin. Ji ber vê yekê divê em mihletê bidin wan û demeke li wan sebir bikin."
Barzanî li vir pirsên rojnamegeran jî bersivandin û li ser pirsa rojnameger a der barê rewşa pêşmergeyên ku DÎŞIyê ew dîl girtin de wiha got: "Em ji bo xilaskirina pêşmergeyên ku DÎŞIyê ew dîl girtin hewl didin. Lê divê em hewldanên xwe bi çapemeniyê re parve nekin. Heke em li pêşberî çapemeniyê her tiştî eşkere bikin dê alozî çêbe. Lê bila bê zanîn ku em ji bo filitandina pêşmergeyên xwe yên ezîz hewl didin û li ser vê mijarê bi awayekî xesas dixebitin."