Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê ji mijara neftê yaku mafê wan ê destûra bingehîn e, feragatê nekin û got "Em bi tu awayî kontrola neftê nahêlin di bin kontrola hikûmeta federal (Bexdaya Navend) de."
Serokwezîr Barzanî bi beşdariya Arîkarê xwe Qûbat Talabanî û Wezîrê Darayiyê Rêbaz Mihemed Hamlan, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî û Wezîrê Plankirinê Elî Sîndî re li avahiya Serokwezîriyê bi birêvebirên şaxên çapemeniya herêmî re hat bal hev. Barzanî di hevdîtinê de der barê pirsgirêka sewqiyata neftê, budçeya 2015an a Iraqê û mehaneyên karmendan ên ku Bexda naşîne de nirxandin kirin.
Hûrguliyên der barê hevdîtina Serokwezîr Barzanî û wezîran a bi birêvebirên saziyên çapemeniyê re li ser malpera hikûmeta HKIyê hat weşandin. Li gor daxuyaniya ku hat dayîn Barzanî got îdiayên dibêjin ku herêma Kurdistanê li gor peymana ku di 2yê kanûna pêşin de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin de tevnagere, derew in û wiha axivî: "Siyaseta neftê ya herêma Kurdistanê li gor Destûra Bingehîn a Iraqê tê diyarkirim. Em di mijara neftê de mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar tînin. Ne mimkûn e ku em dev ji mafên xwe berdin. Em bi tu awayî kontrola neftê nahêlin di bin kontrola hikûmeta federal de. Em wek herêma Kurdistanê dixwazin ku hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û fehmbariya dualî çareser bikin."
-"Em girêdayî peymanê ne"
Barzanî got dibe ku der barê peymana neftê ya Hewlêr-Bexdayê de hin kêmasiyên teknîkî hebin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek hikûmeta herêmî heta dawiyê girêdayî peymanê ne. Em heta nefesa xwe ya dawî dixwazin ku hemû pirsgirêk û lihevnekirinên xwe yên bi Bexdayê re çareser bikin. Ji ber ku herêma Kurdistanê berê her tiştê girîngiyê dide ku pirsgirêkên xwe yên bi hikûmeta Iraqê re çareser bike û bikare budçeya 2015an bide tetbîqkirin. Çareserkirina vê mijarê çiqas kêrî herêma Kurdistanê bê dê ew qas kêrî hemû Iraqê jî bê. Lê belê divê me vê yekê jî bibêjin ku; heke Iraq girêdayî peymanê nemîne û qanûna budçeyê tetbîq neke dê herêma Kurdistanê li çareseriyên din bigere."
-Diyaloga dualî
Barzanî qal kir ku piştgiriyê didin diyaloga dualî û melhezeyê û wiha axivî:
"Ne tenê di mijara neftê de, mijarên wekî bazirganî, aborî, ewlehî û di hemû mijaran de lihevkirina bi Bexdayê re ji bo me gelekî girîng e. Em her dem amade ne ku biçin bexdayê û ji bo van hemû pirsgirêkan çareseriyan bibînin. Em bi heman awayî ji muzakereyan jî nereviyan."
Arîkarê Serokwezîr Talabanî jî got plana ku hikûmeta herêma Kurdistanê der barê qeyrana aborî, têkoşîna li hember terorê, arîkariyên ji bo penaberan û mehaneyên karmendan de amade kir dê serbikeve.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Hawramî jî der barê peymana neftê de wiha axivî: "Hikûmeta Kurdistanê girêdayî peymanê ye. heta niha rêjeya nefta ku di peymanê de hat diyarkirin, rojane tên şandin. Carna ji ber kêmasiyên teknîk nikarin bigêhijin rêjeya ku hat diyarkirin. Lê belê nefta ku her du aliyan jî li ser hev kirin ku rojane bê şandin, dê bê şandin."
-Îbadî hikûmeta HKIyê sûcdar kiribû
Hevdîtina Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ya bi birêvebirên çapemeniyê re wek "surprîz" hat nirxandin. Ji ber ku ev civîn di rojeva serokwezîriyê de nebû û piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî duh bi endamên çapemeniyê re hevdîtin kir û der barê mijarên neqliyeta neftê, qeyrana aborî û rewşa ewlehiyê ya li welêt de daxuyanî dan, hat kirin.
Serokwezîrê Iraqê Îbadî di hevpeyvîna xwe ya duh a bi birêvebirên saziyên çapemeniyê yên ku navenda wan Bexda ye de hikûmeta HKIyê bi bicîneanîna peymanê sûcdar kiribû û gotibû ku "Birêvebiriya herêmî li gor bihayên berê yên neftê daxwaza parê dike û ev yek jî mimkûn nîne."