DIYALA
Hat diyarkirin ku li Iraqê di çarçoveya alîkariya însanî de, ji bo penaberên ji ber şer revîn û xwe sipartin Xaneqîna navçeya Dîyalayê, du konbajar hatin avakirin.
Malbatên ku ji komên çekdar ên girêdayî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) revîn, xwe sipartin Xaneqîna di destê pêşmergeyan de. Penaber di konbajerên ku ji aliyê Qeymeqamiya Xaneqînê ve hatin avakirin bi cih bûn. Tê gotin ku hejmara penaberan zêdetirî 2 hezarî ye.
Qeymeqamê Xaneqînê Mihemed Nûrî Hesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kesên ji ber DÎŞIyê ji bajaroka Celavla û Sadiyeyê revîn, hatin li navçeyê bi cih bûn. Hesen destnîşan kir ku ji ber ku konbajar ji bo demeke kurt hatin avakirin, binavahiya wan nehatiye çêkirin, herwiha dê ji bo damezrandina konbajarên mayînde dê digel Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtinan bikin.
Malbatên ku hewl didin hînî jiyana li konbajarê bibin, bi roj di bin siyê daran de rûdinên. Li herêmê di navrojê de pileya hewayê ji 50î derbas dibe. Êvaran malbat xwarinên ku ji derve ji wan re tên dixwin. Malbat di konên ku li ser axê hatin avakirin de dijîn û ditirsin ku mehrîjokên jehrî bi zarokên wan vedin.
Ahmet Îhsanê ku tevî 7 zarok û xanima xwe ve li konbajarê dijî got ku herî zêde ji germê aciz in. Îhsan got ku ew dixwazin ceyranê bînin konbajaran û piştre jî sarincokan bînin. Îhsan got ku dixwazin piştî şer û pevçûnê vegerin malên xwe.