Li gor nûçeya radyoya Îsraîlê Yalon destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên sereke li ser tunelên Xazeyê ne û ji bo vê têra xwe leşker şandine herêmê û heke hewcedarî çêbe em ê bangî leşkerên yedek jî bikin.
Îsraîlê sedema êrîşa bejahiyê ya ku 17ê tîrmehê roja pêncşemê dabû destpêkirin tunelên Xazeyê dabû nîşandan.
Di nav 15 rojan de êrîşan dewam kir û artêşa Îsraîlê bangî 53 hezar leşkerên yedek kiribû.