XEZE
Di êrîşên Îsraîlê yên ku li ser Xezeyê dike de hejmara miriyan derket 240an û hejmara birîndaran jî bû hezar û 700 kes.
Eşref el-Qudrayê berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê yê ku li Xezeyê bi awayekî fiîlî wezîfeya xwe dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Qudra got ku Mihemed el-Hûtê (41) ku di êrîşa Îsraîlê de giran birîndar bibû, mir.
Qudra daxuyand ku bi mirina Hût ve hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de mirin derket 231an, hejmara birîndaran jî bû hezar û 700 kes.
Lîsteya kesên ku mirin ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve hat weşandin. Li gor lîsteyê ji miriyan 48 kes zarok in, 26 kes jî jin in.
Li Şerîaya Rojavayê di 12ê hezîranê de 3 xortên cihû winda bibûn û piştî 18 rojan cesedê wan hatibûn dîtin. Di 2yê tîrmehê de jî niştecihên cihû, xortê filistînî Mihemed Ebû Xûdayr revandibûn û saxesax şewitandibûn û kuştibûn. Piştî van bûyeran di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû.
Bi teşebusa NYê ve di navbera Îsraîl û Filîstinê de 5 saetan agirbest çêbibû, lê Îsraîlê li dû vê agirbestê dîsa êrîşan dabû destpêkirin.