Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barakc Obama Rûsyayê ji ber tevgerên wê yên li dijî Ukraynayê rexne kir û got: "Provakasyonên zêde ji bo Rûsyayê tên wateya hê zêde tenêmayînê û berdêlê."
Obama li Polonyayê di pîrozbahiyên Cejna Azadiyê de axivî û destnîşan kir ku ew dagirkirina Kirimê û binpêkirina hakimiyeta Ukraynayê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin qebûl nakin û wiha dewam kir: "Li gor me divê dewletên mezin zirarê nedin dewletên biçûk û lazim e ku ji bo vê yekê jî destûr neyê dayîn."
Obama di axaftina xwe ya ku ji çar aliyê Ewropayê ji 40î zêdetir serokan guhdar dikir de got: "Hemû welat heke wek welatên azad bên bal hev, wê demê provakasyonên zêde ji bo Rûsyayê tên wateya hê zêde tenêmayînê û berdêlê."
Serokê DYAyê Obama duh diyar kiribû ku ji bo welatên Rojhilatê Ewropayê alîkariya leşkerî ya bi qasî milyar dolarekî dê bê kirin û Obama destnîşan kir ku welatên wek Ukrayna û Gurcistanê jî dê ji wê alîkariyê xêrê bibînin.
Obamayê ku du roj bû ji bo serdanê li Polonyayê bû derbasî Bruksela paytextê Belçîkayê bû.