Nûnera Biliinda a Polîtîkayên Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Catherîna Astonê hilbijartina serokatiya dewletê ya ku li Sûriyeyê hat kirin rexne kir û wiha got: "Ev tevger zirarê dide hewl û xebatên ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê tên kirin. Li gor YEyê ev hilbijartin ne meşrû ye."
Asthonê di daxuyaniya xwe ya ku bi nivîskî hat belavkirin de wiha got: "Welatiyên li herêmên ku muxalif lê dijîn nikaribûn raya xwe bidin, serokên muxalif hatibûn sirgûnkirin û nehîştin ku ew bibin namzed û ji ber vê yekê jî ew hilbijartina ku di 3ê hezîranê de hat kirin hilbijartineke ne demokratîk e."
Asthonê destnîşan kir ku rejima Sûriyeyê Danezana Cenewreyê binpê dike û wiha dewam kir: "Di vî şerî de nêzî 150 hezarî meriv hatin kuştin, 6 milyon û 500 hezar kes ji cih û warê xwe bûn û ji 2 milyon û 500 hezarî zêdetir kes jî ji ber vî şerî niha penaber in. Operasyonên leşkerî jî hêj didomin. Hilbijartinên ku li Sûriyeyê bên kirin heta ku li gor daxwaza civakên navneteweyî nebin nayên qebûlkirin û lazim e ku di çarçoveya siyaseteke rast de bên kirin."