HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li meqamê xwe nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî qebûl kir.
Hevdîtin duh êvarê ji çapemiyê re girtî hat kirin. Piştî hevdîtinê li ser malpera fermî ya HKIê daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Barzanî, ji bo ku Zanîngeha Selahaddînê doktoraya fexrî da nivîskar û bi navê Bêşîkçî li Zanîngeha Silêmaniyê hêwana konferansê hat vekirin, kêfxweşiya xwe anî ziman.
Barzanî got ku dê hemû berhemên nivîskar wergerînin kurdî, biweşînin û li Hewlêrê jî Şaxeke Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî vekin.
Di daxuyaniyê de Barzanî wiha got: "Şaxa Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî dê li Hewlêrê bê vekirin û bibe navendeke çandê ya navdar. Navê Îsmaîl Bêşîkçî dê di nav kurdan de wekî dostê kurdan bê gotin û bê bîranîn."
Hat diyarkirin ku nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji bo serdana herêma Kurdistanê gelekî kêfxweş e û wiha hat gotin:
"Ez li navçeya Amediye, Barzan, Akre, Çoman û Hacî Umranê geriyam. Herêma Kurdistanê gelekî geş bûye. Erkdar û gelê herêmê girîngiyê didin xweza û heywanên kovî. Herwiha pêwendiya wan a bi çiyan re jî ez ecêbmayî kirim. 50 sal berê min kurdan nas kirin. Têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de xurt dibin. Ev geşedaneke baş e. Li herêma Kurdistanê pergaleke ku bingeha wê xweşbînî ye hatiye avakirin, li herêmê ji her bawerî, netewe, mezheb û çandê mirov dikarin bijîn. Bi rastî ev destkeftiyeke gelekî baş û pîroz e."