BRUKSEL
Civîna G7ê bi mazûvaniya Yekîtiya Ewropayê (YE) û bi beşdariya 7 welatên ku di pîşesaziyê de pêş ketine li Brukselê hat lidarxistin. Di dawiya rûniştina roja ewil a ku ji bo mijarên polîtîkaya derve hat kirin de danezana encama rûniştinê hat weşandin û di danezanê de di çarçoveya qeyrana Ukraynayê de ji Rûsyayê 4 tişt hatin xwestin.
Ev tişt ev in: Divê Rûsya encamên hilbijartina serokatiyê ya ku li Ukraynayê hat kirin qebûl bike, divê hemû leşkerên Rûsyayê ji sînorê Ukraynayê vekişin, divê çek ji sînor derbas nebin û çûnûhatina milîtanan bisekine û divê Rûsya zorê bide komên çekdar ên cudaxwaz da ku çekên xwe daynin û dev ji şidetê berdin.
Di encama danezanê de wiha hat gotin: "Heke ku bûyer zêde bibin û hewcedarî hebe ew ji bo zêdekirina tengavan amade ne."
Li gor danezanê serokên G7ê di mijara binpêkirina yekîtiya ax û desthilatiya Ukraynayê de Rûsyayê şermezar dike û tevlêbûna Kirimê, ya ku Rûsyayê bi awayekî derqanûnî Kirim tevî axa xwe kir û li Ukraynaya Rojhilat bû sedema bêhizûriyê, qebûl nake û dibêjin ku divê Rûsya çalakiyên xwe yên di vê mijarê de biqedîne.
Her wiha di danezanê de hat gotin ku ew ji hilbijartinê ku li Ukraynayê hatin kirin kêfxweş in û midaxaleya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê nayê qebûlkirin. Li hemberî vê midaxaleyê ew ligel gel û hikûmeta Ukraynayê ne.