Di Civîna G7an ya ku ji bo li dijî Rûsyayê helwestekî kifş bike û li ser Dîwana Ewlekariya Nukleerê xeber bide hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku beşdarbûna Rûsyayê bê sekinandin.
Rêveberên DYA, Îngîltere, Almanya, Fransa, Îtalya, Kanada û Japonyayê û Serokên Konseya Yekitiya Ewropayê (KYE) û Komisyona YEyê beşdari civînê bûn û li wir Danezana Laheyê hat weşandin û hat gotin ku encamên gavên Rûsyayê dê hebin.
Di danezanê de hat destnîşankirin ku binpêkirina mafên navteweyî ya Rûsyayê divê ji bo her kesî bibe sedema fikarê, heke Rûsya vê helwesta bidomîne, li dijî aboriya Rûsyayê gavên girîng dê bên avêtin.