Waliyê eyaleta Takê Sûriya Prasatbundîtya daxuyand ku dema şofêrê otobêsê di rêyên bi wîraj de xwestiye ku wesayîtên din li dû xwe bihêle û pêş wan here qeza çêbûye.
Şahidan jî gotin ku otobêsa ku ji rê derket qasî 30 mêtroyî tilor bû û dema ku li darekî ket sekinî. Şoforê otobêsê yê ku ji qezayê birîndar xilas bû jî got ku frenên otobêsê negirtine û qeza ji ber vê çêbû.
Li eyaleta Takê, ji par heta niha di vê rêya bi wîraj de 300î zêdetir qeza pêk hatin.
Ji hêla din Çînê jî otobêseke rêwiyan welgeriya. Di qezayê de 15 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ajansâ Şînhuayê, li bajarê Çongçîngê li ser rêya Baomaoyê destê sibê otobêseke rêwiyan welgeriya. Qamyoneke ku li dû otobêsê dihat otobêsa ku qeza kiribû xist. Di qezayê de 15 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dor.