Tirkiye

Li Erziromê otobêsa rêwiyan û TIR li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn

Tevhid Furkan Nehri  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Li Erziromê otobêsa rêwiyan û TIR li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn Tevhid Furkan Nehri

Erzurum

ERZURUM (AA) - Li Erziromê otobêsa rêwiyan û TIR li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn.

Otobêsa rêwiyan a ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 34 CTG 925 ya ku sefera di navbera Çanakkale-Wanê da dikir, li ser rêya Erzirom-Agiriyê li taxa Pireya Nenehatunê li TIRa ku plaqeya wê biyanî ya 90 AN 811 ye qelibî.

Li cihê qezayê hat dîtin ku erd şemitok e û mijeke zêde heye.

Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj, Tenduristiya Bilez a 112yê, AFAD û rêbejayê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da 11 kes birîndar bûn û birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navenda bajêr û navçeya Pasînlerê.

Ji hêla din va li herêmê ji ber mijê û erdê şemitok qezayên ku çend wesayît tevlê bûn çêbûn.

Di qezayan da wesayîtan xisar dît.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın