HELEB
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS), hêzên Esed li Sûriyeyê li çend bajarên di destê mixalifan de ne operasyon kirin û di encama operasyonan de di nav de hinek zar û jin bi tevahî 61 kes hatine kuştin.
Di daxuyaniya RMMS de hat diyar kirin ku di encama êrîşê de li der û dorên Şamê 27, li Helebê 22, li Humusê 5, li Îdlibê 3, li Lazkiye û li Hamayê jî 2 kes bi tevahî 61 kes hatin kuştin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê li welet gelek operasyon kirine û di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin û çekên wan hatin îmhakirin.