HAMA
Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Esed bi bombeya klorê êrîşî Kafr Zeytaya nevçeya Hamayê kirin û di encama êrîşê de 50 kes di bin xetereya xeniqandinê de man.
Di daxuyaniya Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê ya Mixalif de hat diyarkirin ku firokeyên rejima Esed bi bombeya klorê ve êrîşî Kafr Zeytaya navçeya Hamayê kirin. Di encama êrîşê de 50 kesên ku di nav wan de jin û zar jî hene di bin xetereya xeniqandinê de man.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên ku di bin tesîra gazê de bimînin reşika çavên wan piçuk dibe, bîzê wan li hev dikeve, hişê wan diçe, bîna wan tê birîn. Hat ragihandin ku kesên ku di tesîra gazê de mane rakirin nexweşxaneyên sehrayê.