Hat ragihandin Serokomarê Iraqê û Rêberê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabaniyê ku li Almanyayê tedawî didît, dê sibê vegere Iraqê.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya YNKyê de hat weşandin, dê Talabanî sibê vegere Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Li paytext Bexdayê di 17ê berfanbara 2012an de xûn çûbû ser mêjiyê Celal Talabanî û di 22yê berfanbarê de bi balafirambulansê sewqî Berlîna Almanyayê kiribûn.
Li Iraqê piştî hilbijartinên giştî xebatên meclisê dest pê kirin û hefteya borî jî serokê meclisê hat hilbijartin û niha jî divê serokomar were hilibajtin. Ji ber vê jî vegera Talabanî ji bo diyarkirina namzedê serokomariyê girîng e.