10 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
HELEB
Fermandarê Giştî yê Hereketa Nûreddîn Zengî Ebû Tewfîq got: "Esed û PKK (PYD) hewl didin ku 500 hezar kesî hebsî Helebê bikin."
Tewfîq daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cara ewil grûba wan li Helebê dijî rejimê protesto li dar xistin û wiha dewam kir: "Lêbelê ji ber ku rejimê mirov girtin û êrîş kirin, wan jî di sermaweza 2010an da, da çekê û ew û nêzî heftê komê din, bûne yek û mezin bûn."
Tewfîq got: "Em kurdan PKKê (PYD) wek hev nabînin. PKK bi temamî rêxistineke cuda ye. Rêxistineke terorê ye ku rejima Esed piştgiriyê didê."
Tewfîq destnîşan kir, rejim û PKK di gelek qadan da tevkar in û PYD ji bo ku dirba Kastîllo-Handaratê bigre êrîş kirin û rejimê jî piştgirî da êrîşan. Dirba Kastîllo-Handaratê tekane dirb e ku mixalifên li Helebê tê ra diçin û tên.
Tewfîq wiha behsa giringiya rêya Heleb û Kastiloyê kir:
"Heke Heleb bikeve, şoreş ji sedî 80 têk diçe. Rejima Esed û PKK hewl didin ku 500 hezar kesî hebsî Helebê bikin. Heke rêya Kastîlloyê were girtin, di nav Helebê da ew qas mirov hene û ev ê tev bikevin nav şer. Ji ber vê divê êrîşên li ser rêya Kastîlloyê wek hemleyên dorpêçkirinê werin dîtin."
Hereketa Nûreddîn Zengî girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) e.