Mehmet Şerîf Oterê Serokê Komeleya Zexîrevanan: "Em di hemû berheman da li benda berhemdariyeke zêde ne"
Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
photo: Halil İbrahim Sincar / AA
Türkiye, Mardin
Li Mêrdîna ku ji navendên sereke yên dan û dexl yên herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ye, dirûna ceh dest pê kir.
Li Taxa Yamanê ya li kirê Qiziltepeyê, Veysî Yamanê cotkar ji 6 donim erdî 3 hezar kîlogram ceh rakir.
Cehê ku li salona muzayedeyê ya Navenda Bazirganiya Dan û Dexl derxistin ber firotanê, ji hêla Haci Suerê esnafê zexîrevan, ji ber ku berhema ewil a salê ye, bi bihayekî sembolîk va tona wê bi 20 hezar lîreyî hat kirîn.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Her wiha zêr diyariyî Yamanê cotkar kirin ku berhema ewil a salê hilberand.
Mehmet Şerîf Oterê Serokê Komeleya Zexîrevanan di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, cehê ewil ê sala îsal ji hêla qalîte û berhemdariyê va pir baş e.
Oter bal kişand ku par ji ber hişkesaliyê erdên beyar nehatin dirûn û wiha dewam kir, "Par hema bêje ji sedî 95ê erdê beyar, qet makîneya dirûnê jî neket navê. Îsal baraneke pir baş bariya. Erdê beyar ne kêmî erdê avî ye. Em di hemû berheman da li benda berhemdariyeke zêde ne. Em pir kêfxweş in. Înşelah cotkarên me dê beramberî ked û xebata xwe bistînin."
Yamanê cotkar û Suerê zexîrevan jî gotin ku sezona nû bi xêr û xweşî be.