Pergala Nûçeyên Şamê (SNN) daxuyand ku ji zarokên mirî 4 zarok ji heman malbatê ne û dema ku bombe hatin avêtin zarok di malê de razayî bûn.
SNNê diyar kir ku hê gelek kes di bin xirabeyan de mane û bombeyên warîlê avêtin gundê El-Gariye el-Şarkiyeyê û bajaroka Înhilê jî, lê li vê derê mirî û birîndar tunene.
Li gor rapora Koma Lêkolîna Oxfamê ya ku navenda wê li Londrayê ye, li Sûriyeyê di navbera adara 2011an û tebaxa 2013an de 11 hezar û 420 zarok mirin ku ev zarok 17 salî û di bin 17an de bûn.