Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Hêzên DYAyê (CENTCOM) hat dayîn, balafirên şer ên Amerîkayê û wesaîtên bêmirov, êrîş birin ser baregeha nêzî Bendava Mûsilê û di vê êrîşê de wesaîta "humvee"yê ya DÎŞIyê xisar dît. Balafiran êrîşa din jî bir ser baregeha li nêzî Hewlêrê û di vê êrîşê de jî wesaîteke çekan hat teqandin.
Hat gotin ku balafir û wesaîtên bêmirov piştî operasyonan ji herêmê sax silamet vegeriyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Amerîkayê ji 8ê tebaxê û heta niha li Iraqê bi tevahî 96 êrîşên esmanî kirin. Ji van êrîşan 62 êrîş ji bo piştgiriya hêzên Iraqê birin ser nêzî Bendava Mûsilê.