Li gor agahiyên nûçegîhanê AAyê bi dest xist, artêşa Iraqê jî bi firokeyan ve ji hewayê piştgiriyê dide pêşmergeyan. Pêşmerge ji bo ku bajaroka Celawlayê bi dest bixe bi fuzeyên katyuşayê û topan ve êrîşê DÎŞIyê dike. Firokeyên artêşa Iraqê jî êrîşê hedefên navenda bajêr ên DÎŞIyê dikin.
Pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê hin caran qasî 100 mêtro nêzîk pevçûnan dikin, lê hat diyarkirin ji ber ku di pevçûnên kuçeyan de pêşmerge zêde ne xwedî tecrube ne û milîtanên DÎŞIyê yên ku baş nîşandarin gelek hene, pêşmerge nikarin zêde pêş ve herin. Ji hêla din, komek PKKyî jî piştgiriyê didin pêşmergeyan.
- Îdiaya hêzên Îranê êriş bire li ser DÎŞIyê
Hat îdiakirin ku hêzên Îranê ji bo ewlekariya Deriyê Sînor ê Pervîzxanê piştgiriyê dide pêşmergeyan û êriş bire li ser DÎŞIyê. Dîsa hat îdiakirin ku hêzên ku topan diavêjin jî bi top û katyuşayan ve hedefên DÎŞIyê bombe dikin.
Li gor agahiyên pêşmergeyan, milîtanên DÎŞIyê dema ku vedikişin pire, avahî û mewziyên li ser giran diteqînin, li ser rêyan mayinê radixin. Li gundan jî teqemeniyan bi cih dikin û wisa zirarê didin pêşmergeyan û gelê sîvîl.
Bajaroka Celawlayê 30 kîlomêtro nêzîkî navçeya Xaneqînê ye. Piştî artêşa Iraqê vekişiya Xaneqîn kete destê kurdan û ewlehiya Xaneqînê jî girêdayî Celawlayê ye. Lewra Celawla cihekî stratejîk e û hemû rêyên diçin Bexdayê li vir derbas dibe. Herêm 30 kîlomêtro nêzîkî sînorê Îranê ye.
Nifûsa Celawlayê qasî 60 hezaran e û gel ji ber pevçûnan terka malên xwe kirin û xwe spartin Hewlêr, Silêmaniye û Kerkukê.