HALEP
Li Sûriyeyê yekîneyên girêdayî artêşa Beşar Esed êrîşî herêmên di destê muxalifan de ne kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşan de li herêmê 2 jê zarok 6 jî jê jin bi tevahî 37 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS), hêzên artêşa Esed him ji hewayê him jî ji bejayê ve êrîşî herêmên di destê muxalifan de ne kirin. Di encamê de li Şamê 15, li Helebê 7, li Îdlibê û Hamayê 4, li Derayê, Hûmûs û Dêyra Zorê 2 û Qûneytrayê jî 1 bi tevahî 37 kes mirin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Heleb, Îdlîb û Şamê operasyon li dar xistin. Di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin.