HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyêna artêşa Esed bi çekên giran êrîşî ser bajarên ku di bin kontrola muxalifan de ne kirin û 64 kes kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da û diyar kir ku hêzên Esed bi çekên giran ve ji hewa û bejayê êrîşî ser bajarên di bin kontrola kesên ku li dijî rêveberiyê ne kirin.
Di van êrîşan de li derdora paytext Şamê 24, li Helebê 20, li Derayê 7, li Hamayê 4, li Raqayê 3, li Îdlibê 3, li Xûmsê 2 û li Lazqiyeyê jî kesek bi tevahî 64 kes hatin kuştin.
SANAya ajansa ferrmî ya Sûriyeyê jî di nûçeyeke ku hêzên ewlehiyê wek çavkanî nîşan da de diyar kir ku yekîneyên artêşê di operasyonên ku li herêmên çiyayî yên Şamê kirin de gelek komên çekdar berteref kir û wesaîtên wan îmha kir.