ŞAM
Li gor nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê, Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura bi Esed re hat bal hev û li ser bûyerên welêt hevdîtin kir.
Li gor nûçeyê De Mistura di Konseya Ewlehiya Navneteweyî de der barê rewşên Sûriyeyê de pêşkêşiyek raberî Beşşar Esed kir û hat gotin ku nûnerê NYê der heqê rawestandina pevçûnên bajarê Helebê de agahî jî da Esed.
Di nûçeyê de hat gotin ku Esed der barê plana ku li Helebê ewlehî pêk were de got: "Hêja ye ku mirov li ser planê bisekine."