Haydar Şahin
16 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2020
Li deraya bajarê li başûrê welêt ê di kontrola rejima Beşar Esed da li dijî rejimê çalakî hat lidarxistin.
Li Hîraka navçeya Deraya bajarê li nêzî sînorê Sûriye-Urdinê bi dehan kes piştî nimêja înê kom bûn.
Di çalakiyê da li dijî rejimê û Îranê diruşme hatin gotin, ji rejimê hat xwestin ku bira li ser soza xwe bisekine û girtiyan berde.
Li bajarê Derayê berê jî çalakiyên wiha hatibûn kirin.
- Rewşa dawîn a li Derayê
Piştî ku Bihara Ereban a li Rojhilata Navîn gihîşte Sûriyeyê komek xwendekarî di 15ê adara 2011î da li ser dîwarê xwendingehê ji bo Beşar Esed "Ey doxtor (Beşar Esed) êdî dora te ye" nivîsîbûn li ser vê li Derayê serhildana gel dest pê kiribû û bajar bi salan şûnda ketibû destê mixalifan.
Lêbelê rejimê bajar dorpêç kiribû û êrîş biribûn ser bajêr, paşê bi navçitiya Rûsyayê da rejimê bi mixalifan ra hevdîtin kiribûn, di tîrmeha 2018an da kesên xwestibûn li bajêr bimînin sîlahên xwe teslîm kiribûn mabûn û kesên red kiribûn jî ji bajêr hatibûn texliyekirin.
Komên mixalif ên berê yên ji bajêr veneqetiyan jî li herêmên wekî Tafas, Dera el-Beled, Basra Şamê bi sîlahên destan têkoşînê didin.