Dinya

YPG/PKKya rêxistina terorê Deriyê Sînor ê Simêlka yê navbera Heseke û Iraqê ji derbasbûna sivîlan ra girt

Ethem Emre Özcan  | 23.06.2021 - Rojanekırın : 24.06.2021
YPG/PKKya rêxistina terorê Deriyê Sînor ê Simêlka yê navbera Heseke û Iraqê ji derbasbûna sivîlan ra girt

Ankara

 YPG/PKKya rêxistina terorê Deriyê Sînor ê Simêlka yê navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Sûriyeyê ji derbasbûna sivîlan ra girt.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, HKIyê derbarê çûyîn û hatina navbera Heseke û Iraqê ya sivîlan da verastkirin kir.

Li gor verastkirina nû rêvebiriya HKIyê ji bo sivîlên ku dixwazin ji Hesekeyê deriyê Sînor ê Simêlka ra derbasî Iraqê bibin, serlêdana ser înternetê mecbûrî kir. Deriyê Fîşxabûrê ji aliyê Iraqê va di destê HKIyê da ye.

Beriya verastkirinê tenê kesên ku rêxistina terorê navê wan dida deriyê hember dikaribûn ji deriyê Simêlka-Fîşxabûrê ra derbasî Iraqê dibûn.

Li ser vê gava HKIyê, YPG/PKKya rêxistina terorê duh deriyê Sînor ê Simêlka ji çûyîn û hatina rêwiyan ra girt.

Xebatên bazirganiyê yên di navbera Fîşxabûr û Sîmalkayê da dewam dikin.

YPG/PKKya rêxistina terorê di heman dema pêkanîna HKIyê da di 20ê hezîranê da li herêmên rêxistinê dagir kiriye weşanên Kurdistan 24a navenda wê Hewlêr e bi dawî kir, ev jî gelekî balkêş e.

- Rageşiya di navbera YPG/PKK-HKIyê da

PKKya rêxistina terorê çalakiyên li dijî PDKyê ya li HKIyê di berfanbara 2020î da li Heskeya bajarê Sûriyeyê jî da destpêkirin û piştî vê rageşiya di navbera YPG/PKK-HKIyê da zêde û dewam dike.

Serbest Lezgînê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê HKIyê diyar kir ku YPG/PKKê di 15ê berfanbara 2020î da ji aliyê Sûriyeyê ra bi sîlahên giran va êrîşî Pêşmergeyan kir, hêzên koalisyona navneteweyî ya Amerîka pêşîkêşiyê dike bi salan e bi bavê têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê va alîkariyê dide YPG/PKKyê.

Ferhat Ebdî Şahînê bi kodnavê "Mezlûm Kobanî"yê serkirdeyê YPG/PKKê jî der heqê rageşiya navborî ya PKK û Pêşmerge da 15ê Berfanbara 2020î li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû, PDK sûcdar kiribû û piştgirî dabû PKKyê.

Piştî van bûyeran terorîstên YPG/PKKyî êrîşî hin ofîsên ENKSyê yên li Hesekeyê kiribûn û agirdadayî kiribûn.

YPG/PKKya ku ji 2012an vir va destûrê nade ku Pêşmergeyên Sûriyeyî yên li bakurê Iraqê vegerin, 17ê Berfanbara 2020î li Hesekeyê 3 bav destgîr kiribûn ku zarokên wan endamên hêzên Pêşmerge yên Sûriyeyî ne.

Rageşiya di navbera aliyan da didome, herî dawî 10ê Hezîranê qaşo berpirsê YPG/PKKyê li Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û 2 kesên din li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibûn binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın