SELAHADDÎN
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku navçeya Beyciyê ya bajarê Selahaddînê ya ku bîra herî mezin a neftê li wir e, ji destê rêxistina terorê DÎŞIyê sitand.
Fermandarê Hêzên Operasyona yê Selahaddînê General Abdulvahap Sadî daxuyanî da û diyar kir ku hêzên rêxistina terorê DÎŞIyê ji navçeya Beyciyê derxistin. Sadî got ku ev cara duyem e ku Beyciyê ji destê DÎŞIyê xilas dikin û diyar kir ku di şer de gelek milîtanên DÎŞIyê mirin û gelek jî birîndar bûn.
Sadî destnîşan kir ku ew ji bo herêmên din ên di destê DÎŞIyê de jî xilas bikin amadehiyan dikin û got ku hêzên koalisyonê jî ji hewayê ve piştgirî didin wan û ew zehf girîngîyê didin vê alîkariyê.
Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku ji çavkaniyên artêşê hatin sitandin di meha îlonê de 389 milîtan û di meha kewçêrê de jî 970 milîtan, li Selahaddînê hatin kuştin.