SEUL
Qeptanê keştiya ku di meha nîsanê de li Koreya Başûr binav bibû û jê gelek xwendevan bi giştî 304 mirov mirîbûn 36 salan ceza xwar.
Li gor nûçeya ajansa Yonhapê dadgehê der barê qeptan Lee Joon-seok de biryar da ku wezîfeya xwe îxmal kiriye û rêwiyên xwe terk kiriye û rêwî bi mirinê re rûbirû mane. Ji ber vê dadgehê 36 sal cezaya hepsê da Joon-seokê.
Sermakînîstê keştiyê 30 sal, ji xebatkarên keştiyê 13 kesan jî di navbera 5 û 20 salan de ceza xwarin.
Mafê xebatkarên keştiyê heye ku di nav hefteyekî de cezayên ku hatine dayîn temyîz bikin
Keştiya ku ji bajarê Incheonê rê ket ku here Girava Jejuyê di 16ê nîsanê de bin av bibû. Qeptan û xebatkarên keştiyê keştî terk kiribûn û di qezayê de ji 476 rêwiyan yên ku jê 325 kes xwendekarên lîseyê bûn, bi tenê 172 kes xilas bibûn. Piştî qezayê bi mehan xebatên lêgerînê hatibûn kirin û 295 cesed hatibûn dîtin. Cesedê 9 kesan nehatibû dîtin û dema lêgarînê 2 noqar jî mirîbûn.