2017 ж. 07 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 07 наурыз
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Koreya Bakur der barê tetbîqatên leşkerî yên Koreya Başûr û DYAyê da hişyarî da û destnîşan kir "şerê nukleer nêzîk dibe."
Ja Song Namê Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Koreya Bakur name ji Konseya Ewlehiyê ya NYê ra şand û wiha got: "DYA ji 1ê adarê vir va bi Koreya Başûr ra tetbîqatên leşkerî yên hevbeş dike. Di tetbîqatên hevbeş da keştiyên balafiran ên nukleer, keştiyên bin avê û balafirên bombebarandinê tên emilandin."
Ja Song Nam diyar kir li Nîvgirava Koreyê "şerê nukleer" nêzîk dibe û ji ber tetbîqatên Koreya Başûr û Emerîkayê Nîvgirava Koreyê û rojhilatê bakurê Asyayê bi "afateke nukleer" ra rû bi rû ye.
Nam destnîşan kir bila li Konseya Ewlehiyê ya NYê tetbîqatên leşkerî bên nirxandin.
Ja Song Nam diyar kir heger daxwaza Koreya Bakur were redkirin, ev jî nîşan dide Konseya Ewlehiyê ya NYê "amûreke siyasî" ya DYAyê ye.