Haydar Şahin
2017 ж. 18 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 18 тамыз
ANKARA/MELBOURNE
Japonya, Koreya Başûr, Filipîn, Tayvan, Awistiralya û Zelendaya Teze êrîşa terorê ya li Barcelonaya paytextê Îspanyayê şermezar kirin.
Ajansa Kyodoyê diyar kir ku Taro Konoyê Wezîrê Karên Derva yê Japonyayê êrîş şermezar kir.
Li gor xebera Yonhapa ajansa nûçeyan Wezareta Karên Derva ya Koreya Başûr êrîşa li Barcelonayê şermezar kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo têkoşîna dijî terorê Koreya Başûr piştgiriyê dide Îspanyayê.
PNAya ajansa fermî ya Filipînê jî di xebera xwe da destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derva yê Filipînê Alan Peter S. Cayetano serxweşî da hikûmeta Îspanyayê û malbata kesên ku hatin kuştin.
Li gor ajansa CNAyê Tsaî Ing-wenê lîderê Tayvanê diyar kir ku piştgiriyê didin Îspanyayê û serxweşî da malbata kesên ku di êrîşa bêbext da hatin kuştin.
Serokwezîrê Awistiralyayê Malcolm Turnbull di hesabê xwe yê medyaya civakî da got, "Em biryardar in ku ligel Îspanyayê terorê têk bibin. Em êrîşa terorê ya li Barcelonayê şermezar dikin."
Wezîra Karên Derva ya Awistiralyayê Julie Bishopê jî destnîşan kir ku di êrîşê da 4 welatiyên wan birîndar ketine û rewşa 2 kesan giran e.
Bîll Englîshê Serokwezîrê Zelandaya Teze li hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş şermezar kir.
Li Barcelonaya paytextê Îspanyayê minîbêsek derketibû peyarêyê û ketibû nav qerebalixiyê, di encamê da 13 kes miribûn û 100 kes birîndar ketibûn. Êrîşkar revîbû û DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê hildabû ser xwe.