Lûtkeya Lîderan a G20ê ya ku ev du roj bû li Brîsbaneya bajaroka Awistiralyayê dewam dikir bi dawî bû û danezana encama lûtkeyê jî hat weşandin. Di danezanê de hat ragihandin ku di sala 2015an de serokê heyamê Tirkiye ye û xebat jî di bin kontrola wê de dê bidomin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civîna 2015an dê di 15-16ê mijdarê de li Antalyayê bê lidarxistin û di civînê de pêşveçûn û xebatan ku tên kirin dê bên nirxandin.
Di danezanê de bazirganî û reqabet ji bo temînkirina pêşveçûnê, başkirina standardên jiyanê û îstihdamê ji faktorên herî girîng hatin hesibandin. Ji bo welatên ku pêşveçûna xwe didomînin jî li ser girîngiya polîtîkayên ku bila bikaribin zêdetir tevlî nav pergala kurewî bibin sekinîn û qala wan hat kirin.