Zarokên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê, ji bo vegerin welatê xwe hêvîdar in û ax û kesera welatê wan jî di kilamên ku dibêjin de der dibe.
Li Kobanêyê ev du meh in ku di navbera DÎŞI û komên kurdan de şer heye û ji ber vê yekê bi hezaran kes ji wê derê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê. Malbatên ku zarokên wan di kuçe û kolanên Kobanêyê de têra dilê xwe dileyîstin, niha bûne penaber û ji welatê xwe dûr ketine.
Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Afet û Acîl ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo gelê Kobanêyê konbajar ava kir û bi sedan zarok niha di wan konbajarên ku li Sirûcê hatin avakirin de dimînin.
Ew zarokên di konbajaran de dijîn jî hisreta welatê xwe bi sitranan tînin ziman û hêvî dikin ku şerê li Kobanêyê di demek kurd de bi dawî bibe û ew vegerên warê xwe.