Li Şanliûrfayê komeke astengdar a ku beşdarî kûrseke tekstîlê bûn dê cilên ku li vir didirûn, diyariyê zarokên ku hewcetiya wan pê heye, bikin.
16 astengdar beşdarî kûrsa tekstîlê ya Komeleya Îstixdama Felcên Mêjiyê Piştê ya ku bi piştgiriya ÎŞKÛRê ve biqasî du meh berê hat vekirin, bûn. Bi vî hawî ev astengdar hem tevî jiyana sosyal dibin û hem jî ji bo ku pêdiviya cilan a zarokên xizan bînin cih dixebitin.
Astengdarên ku bi tempoyeke lez dixebitin dixwazin ku heya dawiya kûrsa ku di dawiya hezîranê de kuta bibe ji bo zarokan bêtir cil bidirûn û bibin hevparê dilşahiya zarokan.
Koordînatorê komeleyê Habîp Polat di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku fikra kûrsê par ji aliyê endamên komeleyê ve derket holê û ji bo vekirina kûrsê wan muracaatê ÎŞKÛRê kir.
Polat diyar kir kûrsa ku mesrefa wê ya melzeme û alavan ÎŞKÛRê dît ji destpêkê pê ve eleqeyeke mezin dît.
Polat got cilên ku tên dirûnê dê li zarokên xizan bên belavkirin û wiha xeberda: "Cilên ku hevalên me didirûn dê ji bo zarokên malbatên xizan werin diyarîkirin. Me berê jî projeyeke bi vî rengî li dar xist. Lê wêçaxê me hevalên astengdar perwerde kir. Dîsa sala par kincên ku li kûrsa me hatin dirûtin, me dabû walîtiyê û li kesên der dora xwe yên hewcedar belav kiribû."
Polat balkişand ku wan li ser mijara îstixdamkirina kûrsiyeran bi fabrîqeyên tekstîlê re bi hev kir û ji bo ku zêdetir astengdar di nava jiyana sosyal de cih bigrin ew bêtir hewl didin.
- "Em bi kelecanî dixebitin"
Yek ji kûrsiyeran Hatîce Karabacakê jî diyar kir ku kûrs xweş dibore û ew cilên mîna etek, şal, tîşort û kapriyan didirûn.
Karabacakê got ku kelecana kinclêkirina zarokan bi wan girtiye.