Li Sîwereka navçeya Şanliurfayê 27emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê hat bibîranîn.
Komeleya Ozgur-Derê ya Sîwerekê li salona Xana Gumrukê civînek li dar xist. Di civînê de wêneyên Komkujiya Helebçeyê hatin nîşandan.
Nivîskar Hasîp Yokuş ji ber komkujiyê axaftinek kir û wiha got: "Komkujiya Helebçeyê ne bi tenê komkujiya rejima Baasê ye. Hêzên emperyalîst ên navneteweyî bi hev re vê komkujiyê kirin."
Ji bilî vê li taxa Hasançelebî jî paneleke bi navê "Komkujiya Helebçeyê û Enfal" hat li dar xistin. Nivîskar û Lêkolîner Sedat Dogan di panelê de axivî û wiha got: "Mirov nikare vê komkujiyê terîf bike. Di dîroka mirovahiyê de kesên xwedî nêrîneke mîlîtarîst in van komkujiyan dikin."