Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
HAMBURG/BERLÎN
Zîrweya Serokan G20 ku dê li Hamburga Almanyayê birêve biçe û 2 rojan bidome sibe dest pê dike.
Berî zîrweyê li bajêr tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Gelek kolanên li bajêr ji trafîkê re hatin girtin, li hin nuqteyan jî di çûnûhatinên civakî de astengî çêdibin.
Helîkopterên polêsan jî ji esman ve piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê.
Li gor agahiyan dibe ku li derdora zîrweyê protesto çêbibin û hin bûyer biqewimin.
Polêsê Hamburgê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku hin nenasan erişî navenda firotina erebeyan kir û 10 wesayit şewitandin.
Tê çavnêrîkirin ku serok û serokên hikûmetên Efrîqaya Başûr, Çîn, Kanada, Awistralya, Norwec, Emrîka, Koreya Başûr, Japonya, Senegal, Vîetnam, Spanya, Hindistan, Rûsya, Endonezya û Ingîltereyê werin Hamburgê.
Dê serokên Meksika, Brezilya, Hollanda, Fransa, Italya û Gîneyê jî beşdar bibin.
Di civînê de dê "Mucadeleya li dijî terorê", "Mezinbûna Kureyî û Ticaret", "Geşedana Mayinde, Iqlîm û Enerjî", "Hevkariya bi Efrîqayê re, Koçberî û Tenduristî" û "Dijitalbûn, Bihêzkirina Jinan û Îstixdam" werin axaftin.
Herwiha dê Sûriye û Ûkrayna jî di zîrweyê de cihekî muhîm bigirin.