Muhammet Kurşun
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
PARÎS
Wezîrê Derveyî yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û Wezîrê Derveyî yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihandin ku ji bo herdu welatan jî ewlewiyet şerê li dijî terorê ye.
Le Drian bi hemtayê xwe yê rûs Lavrov re li Parîsê kom bû.
Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin û Lavrov wiha got: "Terora navneteweyî ewlewiyeta me ye. Dema ku em bi hev re li dijî terorê şer dikin divê cudahiyên xwe deynin aliyekî."
Le Drian jî cih da van îfadeyan: "Dijminekî me yê hevpar li Sûriyê heye. Em xwedî hedefeke hevpar in ku ew jî peydakirina aştiyê ye li Sûriyê."
Le Drian got Fransa di mijara Sûriyê de bibiryar e ku digel Rûsyayê bixebite û qebûl kir ku der barê bikaranîna çeka kîmyayî ji aliyê rejima Sûriyê de Parîs û Moskova ji hev gelekî cuda difikirin.
Le Drian got: "Parîs û Moskova di vê mijarê de xwedî helwestên gelekî cuda ne."
Wezîrê Fransayê got divê stokên çeka kîmyayî li Sûriyê werin tunekirin.
Li ser daxuyaniya Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson ku gotibû, "Li ser herêmên ji firînê re qedexe em amade ne bi Rûsyayê re xeber bidin" Lavrov wiha got: "Der barê vê de me ji Emrîkayê agahî xwest lê hê cewabek nehatiye."