Serokê Dewletê Park Geun-hye îstifaya Serokwezîrê Koreya Başûr Lee Wan-koo yê ku ji ber bêrêtiyê dike dihat sûcdarkirin û hefteyek berê îstifaya xwe pêşkeşkiribû qebûl kir.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî Yonhapê, kesekî ji partiya Saenuriyê ya desthilat yê ku naxwaze navê xwe eşkere bike daxuyand ku Serokê Dewletê Park, îstifaya Wan-koo qebûl kir.
Serokê Şirketa Veberhênanê ya Keanfnamê yê berê Sung Wan-jong di 9ê nîsanê de xwe kuştibû. Wan-jong çend roj beriya ku xwe bikuje daxuyanî dabû rojnameyekî û gotibû ku wî di sala 2013an de 30 hezar dolar pere daye Serokwezîr Lee.
Muxalefetê bangî Serokwezîr kiribû û gotibû ku wî ji karsazekî rişwet stendiye divê ew îstifa bike.