Di xebatên lêgerînê de termên ku di ferîbotê de ne bere bere bi destê xusneberan tên derxistin.
Ferîbota ku ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê dema ku 20 kîlometre ji girava Byûngpoong dûr bû peyama alîkariyê ji ewlehiya peravê re şand û piştî wê jî bi awayekî lez binav bû.
Di keştiyê de ji 470yî zêdetir rêwî hebûn û di nav van rêwiyan de jî jê 325 xwendekarên lîseyê bûn û derketibûn gerê.
-Kaptan û du xebatkarên ferîbotê hatibûn binçavkirin.
Serokê Dewleta Koreya Başûr park Geûn-hye ji bo kaptan û xebatkarên ferîbotê diyar kir ew bûne sedema komkujiyeke ku nayê efûkirin û wiha dewam kir: "Kaptan û xebatkarên ferîbotê ji rêwiyan re gotine ji ferîbotê dernekevin lê wan rêwî bi mirinê re rû bi rû hiştine û ewilî ew reviyane. Ev ne li gor wîjdanê û ne jî li gor qanûnan tê qebûlkirin."