Türkan Tosun
2017 ж. 26 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 26 сәуір
WASHINGTON
Emrîkayê keştiyeke binavê ku fuzeya balîstîk e û tîpa wê "Ohîo" ye û navê wê USS Mîchîgan e şand Bendergeha Busanê ya Koreya Başûr.
Li gor agahiya Fermandariya Hêzên Deryavaniya li Koreyê ya Emrîkayê keştiya binavê ku li herêma Pasîfîka rojavayê bû di 25ê nîsanê de gihîşte Bendergeha Busanê.
Agahî nehat dayîn ku keştiya binavê wê çi qasî li bendergehê bimîne.
Tê texmînkirin ku hêzên deryavaniyê yên Koreya Başûr û ev keştiya binavê bi hev re wê tetbîqatan bikin.
Fermandarê Hêzên Deryavaniya li Koreyê ya Emrîkayê Tugamîral Brad Cooper got ku ev ziyaret mînakeke baş a hevkariya hêzên deryavaniyê yên Emrîkayê û Koreya Başûr e û wiha axivî: "Em her tim bi hêzên deryavaniyê yê Koreya Başûr re dixebitin. Ev ziyareta bendergehê wê bibe sedem ku deryavanên li Mîchîganê wezîfedar in her roj bi deryavanên Koreya Başûr re têkildar bibin û çanda Busanê hîn bibin û kêfa wê derxin."
Rayedarekî Wezareta Parastinê jî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku eleqeya ziyareta vê keştiya binavê û rageşiya di navbera Emrîkayê û Koreya Bakur a di demên dawîn de çêbûye, heye.
Rayedarê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin destnîşan kir ku helbet eleqeya vê ziyaretê bi konjoktura niha re heye, lê dîsa jî divê gelek hêvî çênebin û peyam neyên hêvîkirin.
Keştiya binavê ya Emrîkayê USS Mîchîgan a ku tîpa wê Ohîo ye dikare xwe veşêre, bi teknolojiya nû a ragihandinê ve hatiye çêkirin û dikare fuzeyan biavêje. Dirêjahiya keştiya binavê 170 mêtro û giraniya wê jî 18 hezar ton e. USS Mîchîgan yek ji keştiyên binavê yên herî mezin li dinyayê tê zanîn.