Şirketa kartên krediyê ya DYAyî Amerîcan Express dê 4 hezar kesî ji kar derxîne.
Amerîcan Expressa ku navenda wê li New Yorkê ye daxuyaniyek da û da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya berdariyê ya ku berdewam dike de dê ji 4 hezar kesî zêdetir xebatkar ji kar derxînin.
Hat ragihandin ku jimara personelên ku dê ji şirketê derxînin teqabûlê ji sedî 6ê hêza xebatê ya cîhanî ya şirketê ye.
Li gor daneyên 2013an li tevahiya welêt 62 hezar û 800 xebatkarê şirketê hene û hat diyarkirin ku di mijara jikardûrxistinan de para guherîna teknolojîk zêde ye.
Serokê Fînansê yê Amerîcan Express Jeffy Campbell da zanîn ku dê ji kar dûrxistin bi qasî salekê berdewam bike.
Şirketê salên borî jî ji 10 hezarî zêdetir kesî ji kar derxistibû.