Nîtsch Eberhardê alman ê ku 7 meh berê bi destê milîtanên Boko Haramê li Nijeryayê hatibû revandin, ji destê Boko Haramê hat xilaskirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Dewleta Kamerunê Eberhard bi destê hêzên Kamerunê û hevalbendên wê bi operasyonekê hat xilaskirin.
Li gor daxuyaniyê Eberhard teslîmî Balyozxaneya Yaundeyê ya Almanyayê kirin.
Nîtsch Eberhard di tîrmeha 2014an da bi destê milîtanên Boko Haramê li Nijeryayê hatibû revandin.